Bi mebesta li nêzîk ve agahdarbûna kar û projeyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û dirustkirina hemahengiya ji bo encamdana projeyên cûr bi cûr, şandeke rêxistina Umut Karwani ya Tirkî serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin. Rêkefta 04.10.2021 birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêşwaziya şandeke rêxistina Umut Karwani (Dezgeha Hawar Hatina Mirovî) ya bi serokayetiya Mihemed Behadîn Cîgirê Serokê rêxistinê kir. Li hevdîtinê de tîşk xistin li ser wan kar û projeyên ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî piştî ku hatiye damezrandin kar li ser dike û bi vê sedemê bi hezaran malbat û kes li Herêma Kurdistanê û wargehên koçber û penaberan jê sûdmendbûne û li rûyê îdaredana wargehên tixûbên parêzgeha Hewlêr û Dihokê ku serkeftineke mezin li dabînkirina pêdiviyên wan yê rojaneya nîştecihên wargehan bi dest ve aniye. Li beranber da şanda mîhvan tîşk xistin li ser vekirina Nivîsîngeha xwe li bajarê Hewlêrê ku bi armanca xizmetkirina li warê mirovî da û zêdetirkirina giyana bexşîn û hevkarîkirina lêqewimiyan û dirustkirina hemahengiya li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo bi encam gihandina projeyên wan bi awayeke serdemiyane kirin.
Şandeke rêxistina Umut Karwani serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest