Birêveberê Giştî yê Rewşenbîriya Hewlêrê serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir

Rêkefta 11.07.2021 birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêşwaziyeke germ li birêz Ferheng Xefur Birêveberê Giştî yê Rewşenbîriya Hewlêr û Azad Leşkerî Birêveberê Birêveberiya Hunera Şêwekariya Hewlêrê kir.
Li hevdîtinê de behsa kar û çalakiyên xêrxwazî û miroviyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo xelkê lêqewimî û koçber û penaber û navçeyên dinê Iraqê kirin û heman demê de tîşk xistin li ser hemahengiya zêdetirê di navbera her du aliyan ya bi navê encamdana çend projeyeke hunerî û rewşenbîrî li Kurdistanê.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest