Hevkariyê li ser 10.758 zarokên sêwî (azîzan) dabeş kirin

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li çarçêweya projeya Çavdêriya Azîzan da berdewam hewla baştirkirina rewşa zarokên bênazên sêwî daye û li peywendiyên berdewamdaye bi navê zêdetir xizmetkirina zarokên sêwî, li berdewamiya hewlên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi palpiştiya berdewam ya Heyva Sora Îmaratî û Dewleta Îmarat, qonaxeke dinê dabeşkirina hevkariyê destpêkir û mûçeya (14 mehan) ku (6.267.716) dolarên Amerîkî ye li ser (10.758) zarokên azîz da dabeş kirin.
Roja pênçşemê rêkefta (11.11.2021) Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi palpiştî li gel Heyva Sora Îmaratî dest bi dabeşkirina qonaxeke dinê hevkariya 14 mehan ji bo (10.758) zarokên sêwî (azîz) li projeya Azîzên Kurdistanê dike،Şêwazê dabeşkirinê li gor Nivîsîngehên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û pereyê hatiye dabînkirin ya ji bo vê qonaxê bi vî awayî ye:
Nivîsîngeha Hewlêr (3.094) azîz sûdmend dibin, pereyê terxankirî (1.756.477) dolarên Amerîkî dibe.
Li Nivîsîngeha Dihok (2.774) azîz sûdmend dibin, pereyê terxankirî (1.649.541) dolarên Amerîkî dibe.
Li Nivîsîngeha Silêmanî (2.043) azîz sûdmend dibin, pereyê terxankirî (1.168.543) dolarên Amerîkî dibe.
Li Nîvîsîngeha Kerkûk (1.019) azîz sûmend dibin, pereyê terxankirî (603.072) dolarên Amerîkî dibe.
Li Nivîsîngeha Germiyan (1.706) azîz sûdmend dibin, pereyê terxankirî (973.460) dolarên Amerîkî dibe.
Parêzgeha Enbar, 122 azîz sûdmend dibin, pereyê terxankirî 116.623 dolarên Amerîkî dibe.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest