Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi dilgiraniyê ve li rewşa mirovî ya koçberên tixûbê di navbera welatên Rûsyaya Spî(Bêlarusya) û Polonyayê dinêrîn ku zêdetirê wan Kurd û xelkê welatê Iraqa Federalin.
Her çende koçkirin diyardeyeke cîhaniye lê belê mixabin gelek caran dibînîn karesatên mirovî jê derdikevin û xelkê sivîl bi taybet zarok û jin, dibin qurbanî û rûbirûyê mirin û birçîtî û êşan dibin. Ewê ku ji niha de rojeva medyayên cîhanî deye, asê mayîna hejmareke zêdeyê koçberane li navbera tixûbê welatên Rûsyaya Spî û Polonya bi bêyî hîç penagehek li bin baran û sermaya wê navçeyê de rojên dijwar birêdikin û li gel sarbûna keş û hewayê metirsiya dirustbûna karesatên mezin tê kirin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî wekî erkeke mirovî, li heftiya derbasbûyî de hewla berdewamdabûyîn ji bo peydakirina dergeheke yasayî ku bikarîn li gor şiyanên xwe hevkariyên destpêkî pêşkêşî koçberên li tixûbê welatên Rûsyaya Spî û Polonyayê bikin û metirsiyên li ser jiyana wan kêmbikîn, ji bo vê mebestê bi awayeke fermî me daxwaz ji Balyozxaneya Rûsyaya Spî li Iraqê, Wezareta Derveya welatê Polonya, Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li welatê Polonya û Balyozxaneya Iraq li Polonya kiriye, lê mixabin heta niha neku bersîveke erênî nedane, belku rênedane hîç rêxistineke mirovî hevkariya wan koçberan bikin.
Em li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî wekî erkê berpirsiyariya mirovî daxwaz ji welatan û rêxistinên mirovî yên navdewletî dikin hevkar û hemaheng bin bo ku bikarîn pêkve hevkariya mirovî ji bo wan koçberan dabîn bikîn û êşên wan kêm bikîn, her wiha daxwaz ji rêxistinên navdewletî dikîn tekez li parastina canê wan koçberan bikin û rê nedin muameleyên dûrî li yasa û bingehên mafên mirovî li gel wan da bêkirin û bi zûtirîn dem çareseriyeke guncaw ji bo wan bê peydakirin û li gor yasa penageheke wan hebê heta pêdiviyên destpêkiyên jiyanê bi wan bê gihandin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî
10\11\2021