Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkarî li gel rêxistina MAIN ya Norwêcî, li çarçêweya projeyeke hevbeş da 200 amêrên bihîstinê pêşkêşî Birêveberiya Giştî ya Tendirustiya Silêmaniyê kirin.
Rêkefta 03.11.2021 li çarçêweya kerta tendirustiyê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û bi navê zêdetir xizmetkirina kerta tendirustiya Hikumeta Herêma Kurdistanê, li projeyeke nû da bi hevkarî li gel rêxistina MAIN ya Norwêcî 200 amêrên bihîstinê pêşkêşî Birêveberiya Giştî ya Tendirustiya Silêmaniyê kirin.
Li hevdîtineke di navbera Sirwe Mistefa Berpirsa Nivîsîngeha Silêmanî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Dr Hêriş Selîm Cîgirê Birêveberiya Giştî ya Tendirustiya Silêmaniyê û Nûnerê Rêxistina MAIN ya Norwêcî tîşk xistin li ser girîngîdana zêdetirê kerta tendirustiyê û hevkarî û hemahengiya zêdetirê di navbera kerta tendirustî û Dezgeh û rêxistinên cîhanî ya bi navê zêdetir xizmetkirina çînên civakê û tendirustiyeke baştir ya ji bo hemûyan.
