Şandeke rêxistina Koç û Koçberên Cîhanî serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin

Bi mebesta li nêzîk ve agahdarbûna li kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û dirustkirina hemahengiya zêdetir ya ji bo encamdana projeyên hevbeş şandeke rêxistina Koç û Koçberan serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin.
Rêkefta 16.11.2021 birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêşwaziya şandeke rêxistina Koç û Koçberên Cîhanî IOM li Iraqê ya bi Serokayetiya Roland Dwiled Serokê Program û Yekîneya Amadebaşiya Bersîvdana Qeyranan kir, li hevdîtinê de behsa li ser encamdana çendîn projeyên mirovî kirin ku ji bo xizmetkirina zêdetirê koçber û penaber û xelkê xwecihiyê li Herêma Kurdistanê ku li paşerojê de pêkve bi hevbeşî dest bi bi cîhkirina çend projeyek dikin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest