Rêkefta 15.11.2021 li bajarê Hewlêrê û li Nivîsîngeha Serekiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi amadebûna birêzan Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Ehmed Elzahîrî Konsolê Giştî yê Îmarat li Herêma Kurdistanê, civîneke rojnamevaniya ragihandina qonaxeke dinê Projeya Çavdêriya Azîzan ya taybet bi hevkarîkirina zarokên sêwî hate ragihandin.
Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî:
Ew xweşdiviyên ku li vê projeyê de beşdarin divê bixwînin û li xwendinê berdewam bin
Li destpêka civîna rojnamevaniyê da birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî gotarek pêşkêş kir û ragihand: Gelek xweşhalîn ku berdewamiyê bi Projeya Azîzan ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî didîn ku yek bûye ji projeyên mînakiyên ku bi piştevaniya Heyva Sora Îmaratî û her wiha bi piştevaniya xêrxwazên Kurdistanê li 2011 ve ev proje berdewamiya xwe heye. Li gor lêkolînên meydaniyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ev proje bandoreke baş li jiyan û debara wan azîzan de hebûye û malbatên wan azîzan jî sûdmendê vê projeyê ne.
Bi piştevaniya Heyva Sora Îmaratî û xêrxwazên Îmaratî ku roleke bi bandor hebûye neku tenê li vê babetê da belku li wan hemû pêdiviyên ku mixabin ji ber wê rewşa xerab ya Herêma Kurdistanê têda derbasbû û hatina wê hejmara zêdeya koçber û penaberan ya Herêma Kurdistanê ew herdem mil bi mil li gel me li xizmeta wan penaber û koçberanin û dîsa li xizmeta xelkê xwediyê pêdiviyên taybet û ew xweşdiviyên ku pêwistiya wan bi wê yekê heye ku zêdetir yarmetiya wan bêdayîn û xizmeta zêdetir li wan bêkirin û hevbeşbûne li gel tîmên BCF li gel aliyên peywendîdar li Hikumeta Herêma Kurdistanê. Projeya Azîzan ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku niha zêdetirê 16 hezar azîz têda sûdmendin li hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê, beşeke diyarkirî jî li koçber û penaberan û li parêzgehên dinê wekî (Musil, Diyale û Kerkuk) sûdmendin li çarçêweya wê projeyê da.
Ew projeya ku li qonaxa niha de tê dabeşkirin zêdetirê 10.758 azîz têda sûdmendin ku gujmê diyarkirî ji bo wan xweşdiviyan pêkhatiye ji 6.267.000 $ ku eve taybete bi mînaka hevkarîkirina wan azîzên xweşdiviye. Dîsa li Projeya Kurdistanî jî ku min balkişande ser bi hevbeşî li gel xêrxwazên Kurdistanê ku em herdem şanaziyê bi wê yekê dikîn û me balkişandiye li ser rola wan ku çend karîgeriya wan li piştevanî kirina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hebûye ku herdem Dezgehê li wan dem û kêliyên nebaş de ku xelkê me çi li Kurdistan û çi li derveyê Kurdistanê pêwîstî pê hebê me bi hevbeşiya wan û bi piştevaniya wan kariye bi destên pir li xizmeta wan da bîn, li vê projeya azîzan û 7.792 azîz sûdmendbûne ku zêdetirê 3.537.000 $ hatine pêşkêş kirin. Cihê xwe ye amaje bi wê yekê bidîn her li îsal da ku du salên din paşketîn ku ji ber Korona dirust kiriye nekarîna birêkirina hevkariyan li rêya bankan ve zêdetirê 11 milyon û 12 hezar dolar bû pêşkêşî 11 hezar û 142 azîzan hatiye kirin eve jî qonaxên salên din bû her li îsal da hatine pêşkêş kirin. Îsal tenê ew hevkariyên ku li rêya Heyva Sora Îmaratî bi azîzan hatine pêşkêş kirin zêdetirê 17 milyon û 280 hezar dolar pêşkêşî wan hatiye kirin û cihê xwe ye ku amaje bi wê yekê bidîn ku li destpêka dest pêkirina wê projeyê ku bi amadebûn û serpereştiya raste rast ya birêz Kak Mesrûr Barzanî Serokê Desteya Damezrênerê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ev proje destpêkiriye û tekîd li wê yekê hatiye kirin ku em li hemû ruyek ku wiha bi taybetî li rûyê perwerde ve girîngiyeke taybet bi wan azîzan bidîn.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hewl daye li hemû Nivîsîngehên xwe da babeta perwerdeyê babeteke serekî bê ku girîngiyê bi aliyê perwerdeyî bide yek ji mercên me jî eweye ew xweşdiviyên ku beşdarin li wê projeyê divê bixwînin û li xwendinê berdewam bin ku eve hengaveke gelek baş bûye û gelek car li gor wan lêkolînan ku li berdestê me da hebune beşeke zêdeyê wan azîzan piştî ji destdana bavên xwe bûye sedema wê yekê ku xwendina xwe berdewamiyê pê nedin, lê belê ev proje hem merc daniye ew jî yek ji wan hengavên serekî bûye ku em çawa bikarin li proseya xwendinê da wan azîzan berdewamiya wan hebê bi wî awayî em ranewestiyan gelek babetên dinê cûda bi taybetî jî yekema wan demeke pêş her li amadebûna cenabê Konsolê Îmarat û beşeke zêdeyê wan sermayedaran ku piştgîriyê li projeyên me dikin ku rêzgirtin û xelatkirina yekemên me hebûye ku xwendekar hebû zêdetirê 90 anîbû ku ew jî cihê şanaziye ji bo me herdem li hewldanê dabin ku asta zanistiya wan xweşdiviyan bilindtir bikîn bi wî awayî ranewestayîn ku komek helkeft û babetên cûda da me hewl daye ku peywendiyeke berdewam hebê.
Ehmed Elzahîrî Konsolê Giştî yê Dewleta Îmarat:
Eve serkeftineke ber bi çave li destpêka sala 2011 û berdewambûna heta niha nîşaneya berdewamiya wê destkeftê ye û vê projeya mezine
Amadebûna mina îro dûpatkirina li palpiştiya Dewleta Îmarata Erebiya Yekgirtî ji bo hemû waran de û ji bo birayên me yên li Herêma Kurdistanê, dupatkirina li ser rola Heyva Sora Îmaratî û berdewamiya projeyên li rûyê geşepêdan û avadankirinê ye. Projeya Azîzan îro berhema serkeftiya komkirina Heyva Sora Îmaratî li Dewleta Îmarata Erebiya Yekgirtî li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî eve serkeftineke ber bi çave li destpêka sala 2011 û berdewambûna wê ya heta niha nîşana berdewamiya wan destkeftane û wê projeya mezine.
Li rastiyê da li Herêma Kurdistanê çîneke zêde girîng heye ku ji aliyê Heyva Sora Îmaratî li dewleta Îmarata Erebiya Yekgirtî girîngiyeke taybetî pê tê dayîn li bin raspardeya birêz Şêx Hemdan Bin Zayd El Niheyan Nûnerê Hakim û Serokê Heyva Sora Îmaratî.
Xweşhalbûm bi amadebûna li derçûna beşeke zêdeyê serkeftiyên dawiya navendî, eve jî wateya serkeftina vê projeyê ye, eve jî vedigerê li ser palpiştiya birêz Mesrûr Barzanî Serok Wezîrê Hikumeta Herêma Kurdistanê û Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û tekezkirina li ser peywendîkirina li gel azîzan her li destpêka çûna wan ya xwendingehê heta derçûna wan ya bi serkeftiyî derçûn ji Zanîngehê û amadekirina wan ya bo xizmeta Herêma Kurdistanê.
Îro amadebûna min palpiştiye û dupatkirina berdewamiya Heyva Sora Îmaratî dezgeha Xelîfe Bin Zayd ya mirovî li karên wan ya li Herêma Kurdistanê û ev proje paşerojê girîng wekî Projeya Azîzan dibe û projeya geşepêdana mezintir hatiye nirxandin ji bo bi cîhkirinê li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî.
Hemû deman ragihandina palpiştiya hemû karên hevbeşên dewleta Îmarat û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kiriyer li vir da spasî hemû karmendên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Serokê Dezgehê birêz Kak Musa Ehmed dikim ji bo hewlên wan yên mezin û palpiştiya wan ku berdewam ber bi pêşveçûnê diçe û spasî keda endamên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikim ku hemû demê palpişt û hevkar bûne ji bo serxistina hemû kar û projeyên Heyva Sora Îmaratî li Herêma Kurdistanê.