Kelupel û pêdiviyên ji bo beşa navxweyî ya peymangeha teknîkî ya Mêrgesorê hate dabînkirin

Rêkefta 22.11.2021 li çarçêweya hewlên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya bi navê baştirkirina debara xwendekaran yên li beşên navxweyî da û dirêjepêdana xwendinê, li helmetek da li qezaya Mêrgesorê, bi hevkariya kerta perwerde û xwendina bilind, kelupel û pêdiviyan ji bo sê beşên navxweyî ya ser bi peymangehan hate dabînkirin. Pêdiviyên wan pêkhatibûn ji (40 qeryole, 25 sopa, 40 doşek, 40 serîn 40 betanî, 1000 lîtir sûtemenî, 20 paketên xwaringehê, 20 paketên paqijiyê, 20 paketên pêdiviyên jinan).
Peymangeha teknîkî ya Mêrgesorê, ya ser bi zanîngeha pola teknîkî ya Hewlêrê û li sala 2019 fermana damezrandina wezaretê ji bo wan derçûye, ji niha de nêzîkî 50 xwendekarên keç û kur têda dixwînin û li du beşên zanista kargêriya kar û teknîkî wergêrana zimanê Îngilîzî pêkhatiye û peymangeh dikevê qezaya Mêrgesorê- Şêx Sîdan û ev peymangeh ji sê beşên navxweyî pêkhatiye.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest