Şandeke Konsolxaneya Almanya li Hewlêr serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir û guftûgoya çend pirseke taybet bi koçber û penaberan û pirsa koçkirinê kirin.
Rêkefta 24.11.2021 şanda Konsolxaneya Almanya li Hewlêrê bi Serokayetiya Klêmins Sêmtner serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin û ji aliyê birêz Musa Ehmed Serokê Dezgehê ve bi germî hatin pêşwazîkirin.
Li hevdîtina di navbera her du aliyan da tîşk xistin li ser çend mijareke rojevê bi taybetî pirsa koçkirin lawan û heman demê de hewldana ji bo baştirkirina rewş û debara xelkê xwecih û koçber û penaberan. Heman demê de kok bûn li ser encamdana çendîn projeyên ji bo desteberkirina hela kar û mayina xelkê ya li Herêma Kurdistanê û dûrketina ji hizr û bîrokeya koçkirina derveyê welat. Li dawiya hevdîtinê de her du alî balkişandin li ser wê yekê ku pêkve çendîn projeyên xizmetguzariyê pêşkêşî xelkê xwecihî û koçber û penaberan encam bidin.