Li çarçêweya Projeya Çavdêriya Azîzan ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku bi hevkarî li gel Heyva Sora Îmaratî tê encamdan, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hevkariya maddî pêşkêşî 122 zarokên sêwî û jinên bêserpereşt ya parêzgeha Enbar – Seqlawiye kir.
Rêkefta 24.11.2021 Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya Hevya Sora Îmaratî, bi amadebûna şandeke Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û birêz Se’ed Elmihemedî Qaymeqamê qeza Seqlawiye beşa yekema hevkariya maddî li ser 122 zarokên sêwî û malbatên bêserpereşt dabeşkir.