Cilubergên zivistanê li ser 2.000 zarok û jinên koçber da dabeşkirin

Rêkefta 25.11.2021 bi amadebûna birêzan Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Ehmed Elzahîrî Konsolê Giştî yê Îmarat li Herêma Kurdistanê, 2 hezar paketên zivistanê û betanî li ser koçberên nîştecihên wargeha Herşem ya li tixûbê parêzgeha Hewlêrê dabeşkir.
Civîneke rojnamevaniya di navbera Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Konsolê Giştî yê Îmarat de hatibû rêkxistin, her du alî tîşk xistin li ser baştirkirina rewş û debara koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê, eve jî beşek ji naveroka civîna rojnamevaniyê ye:

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî: Nêzîkî yek milyon koçber û penaber li Kurdistanê da nîştecihin
Li destpêka civîna rojnamevaniyê da, birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî gotarek pêşkêş kir û balkişand li ser wê yekê:

Ji kûrahiya dilê xwe ve bi navê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi navê koçber û penaberan bi navê xelkê hejar û kêmderamet ve spasiyeke bê payan li dewleta Îmarat û xelkê Îmarat bi awayeke giştî û her wiha Konsolxaneya Îmarat li Hewlêrê dikîn ku herdem piştevan û hevbeş bûne li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo hevkarî kirin û serdankirina wan koçber û penaberan bi taybetî jî ku piştî sala 2013 ve hejmareke zêdeyê koçber û penaber rû li Kurdistanê kirin. Niha jî mixabin hejmareke zêdeyê wan koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê da mane ku tê pêşbînî kirin nêzîkî yek milyon koçber û penaber bin, ew li çarçêweya 35 wargehan de hatine bi cîh kirin, mixabin ji ber ku rêxistinên navdewletî û ajans û rêxistinên NY hevkariya wan li asta pêwîst de nîne ew jî taybetmendîtir Wezareta Koç û Koçberên Iraqe ku peywendîdare û berpirsiyare beramber bi jiyana wan koçberên ku li Herêma Kurdistanê da hene. Em ber bi demsala zivistanê diçîn, lê belê pêdiviyên wan ku salên berê ji bo wan koçber û penaberan ji xorekê bigre heta cil û berg û sûtemenî hebû, li asta pêwîst de nîne, me jî herdem carekî din rû li Hevya Sora Îmaratî kiriye ku hevbeşeke serekiyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bûye li pirkirina wê valahiya ku li nav wargehan da hebûye û li derveyê wargehan da jî hebuye, bi spasiyê ve îro pêdiviyeke zêde ve li virîn li wargeha Herşem û ev proje wargehên dinê koçber û penaberan jî li xwe digre, li heman demê de hejmareke baş jî li xelkê derveyê wargehan sûdmend dibin ji wan projeyan. Em wekî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku îdaredana wargehan li stûyê me ye bi hevbeşî li gel Wezareta Navxo û parêzgehan mixabin em dibînîn ku rewşa koçber û penaberan li asta pêwîst da nîne bi taybetî jî em dibînîn li warê xwendinê ve kêmasiyeke yekcar mezin dirust bûye, daxwaz ji rêxistinên navdewletî û li welatên alîkar bexş dikîn ku hevbeşî bikin li gel Hikumeta Herêma Kurdistanê li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li gel wan welatan ku heta niha jî li ser hêl mane hevkar û piştevanin û li gel me heta wan xweşdiviyên ku li virin li Herêma Kurdistanê dane. Bêguman em hemû hêviya ewe dikîn ku nêzîktirîn derfetê da ew bi dilê xwe vegerin cihên xwe lê belê guman têda nîne heta ew li vir bin pêwîstiya wan bi hevkariyê heye pêwîstiya wan bi piştgîriyê heye em jî wekî erkekê li ser milê hemû aliyên peywendîdarên Wezareta Koç û Koçberan bi taybetî û her wiha rêxistin û ajansên NY û rêxistinên navdewletî ku hevkariya vê xelkê bikîn ku wan jiyaneke hêja hebê û wan jiyaneke baştir hebê li wê jiyana ku niha mixabin wan heye, em eve dizanîn bi nêzîkbûna demsala zivistanê û daketina pileyên germiyê bêguman bandora xwe dibê li ser jiyana wê xelkê û her niha jî bandorên warê xwendin û perwerde û tendirustiyê derketine û daxwazê ji wan dikîn hevbeşiyê li gel me da bikin, ji ber ku birastî erkeke girane Hikumeta Herêma Kurdistanê û em nikarîn wê erkê bi tenê bi cîh bînin, çavê me li wê ye ku wekî salên berê hevkarî û piştevaniya me bêkirin.

Konsolê Giştî yê Îmarat: Pêdiviyên zivistanê ji bo 75 hezar kesan dabîn dikîn
Paşê birêz Ehmed Elzahîrî Konsolê Giştî yê Îmarat li civîna rojnamevaniyê da gotarek pêşkêş kir û balkişand li ser wê yekê:

Li jêr raspardeya birêz Şêx Hemdan Alniheyan Serokê Desteya Heyva Sora Îmaratî li welatê Îmarat, îro projeya cil û bergên zivistanê ya sala 2021-2022 destpê dike ku zêdetirê 75 hezar kesan li xwe digre li koçber û penaber û ewên ku li Herêma Kurdistanê jiyanê li ser dibin, birastî berdewambûna Heyva Sora Îmaratî li ser vê projeyê li xwe digre û girîngiya vê projeyê û girîngiya çîna bi armanc hatiye girtin ku Heyva Sora Îmaratî girîngiyê bi dabîn kirina pêdiviyên wan dide her wekî salên berê, pêwîste balê bikşînin li ser wê hevbeşiya stratejiya Heyva Sora Îmaratî bikîn ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ye, spasiyeke bêpayan dikim ji bo wê rola ku dibînê rawestana wan ya li gel me ya ji bo yarmetîdana vê çîna girînga civakê de. Em girîngiyeke zêde didîn û li bernameya stratejiya salane ya ji bo dabîn kirina pêdiviyên wan rawestana li tenîşta wan eve jî li ewlewiyata dewleta Îmarata Erebiye.
Li rastiyê da amadebûna me ya îro dûpatkirina li berdewamiya Îmarata Erebî li warê mirovî ya ji bo palpiştîkirina vê çîna cûdaye û hevkariya berdewamiya Îmarate wekî hevbeşek li gel Herêma Kurdistanê. Li vir da spasiyeke bêpayan li Hikumeta Herêma Kurdistanê dikîn.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest