Hevkariya tendirustiyê pêşkêşî nexweşxaneya Raperîna Hewlêrê kirin

Li çarçêweya kerta tendirustiyê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi navê xizmetkirina çînên civakê û hevkarîkirina kerta tendirustiyê, 1.800 perçe li dermanên dijî bekteriya (şirûba hewkirinê) pêşkêşî nexweşxaneya Raperîn ya bajarê Hewlêrê kirin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi awayeke berdewam kar ji bo xizmetkirina mirovayetiyê dike, li vê çarçêweyê da û li projeyeke nû da, li rêkefta 30.11.2021 dermanê dijî bakteriya (şirûba hewkirinê) pêşkêşî nexweşxaneya Raperîn ya bajarê Hewlêrê kir ku taybete bi çareser û pişknîna zarokan.
Li vî derbarî de Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand: Em şanaziyê bi wê yekê dikîn ku li zêdetirê kertên jiyanê da me kariye bi berdewamî xizmetê bi çînên civaka xwecihî û koçber û penaberan bikîn. Heman demê de bexşîna van cûre dermanan ji bo eweye li destpêka demsala zivistanê dayîn û li vê demsalê de nexweşiyên veguhestî berbelav dibin, ji bo wê yekê bi dabînkirina 1.800 perçe ji dermanên dijî bakteriya (şirûba hewkirinê) bi nexweşxaneya Raperîna Hewlêrê rabûyîn ku têda çareseriya zarokan tê kirin. Her wiha ragihand: li xizmetkirina kerta tendirustiyê ya Hikumeta Herêma Kurdistanê de berdewam dibîn û ji destê me bê bi hevkarî û palpiştiya xêrxwazan û rêxistinên cîhanî de kêmasiyê nakîn û xizmeta bi çînên civakê dikîn.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest