Hewlêr… Ciluberg û pêdiviyên xweparêziyê ji bo 400 xwendekaran hate dabînkirin

Li çarçêweya kerta perwerdeyê da, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ciluberg û pêdiviyên xweparêziyê pêşkêşî 400 xwendekarên penaberên li nahiyeya Pîrzînê kirin.
Rêkefta 02.12.2021 Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li çarçêweya kerta perwerdeyê de, li projeyeke nû da li bajarê Hewlêrê, hevkariyê pêşkêşî xwendekarên penaberên li nahiyeya Pîrzîn kirin, li vê helmetê da her xwendekarek paketeke ciluberg û pêdiviyên xweparêziyê li virusa Koronayê pêşkêş kirin.
Li vî derbarî de, Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand: Em berdewam dibîn li xizmetkirina çîna xwendekaran bi bê cûdahî û li gor şiyanên xwe xizmeta wan dikin. Li vê demê de îro li nahiye ya Pîrzîn xwendingeha (Jînyar)ê bineretî kir ku têda 400 xwendekarên penaber dixwînin. Me îro hewldaye ciluberg û pêdiviyên xweparêziyê pêşkêş bikîn.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest