Rêzlênan pêşkêşî rêxistina Exsan Alkerime kirin

Beranber wan xizmetên di dema şeş salên derbasbûyî de bi hevbeşî li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêşkêşî koçber û penaberan û zarokên wan kirine, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pesnê karên wan da û rêzlênana taybetî pêşkêşî Serokê Rêxistina Exsan Alkerime kir.
Rêkefta 01.12.2021 birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêşwaziya birêz Vine Branches Serokê Rêxistina Exsan Alkerime û şanda li gel kir.
Li hevdîtinê de her du alî tîşk xistin li ser rewşa koçber û penaberên li nav wargehên Herêma Kurdistanê û çawayiya zêdetirkirina hevkarî û yarmetiyên ji bo wan bi taybetî li demsala zivistanê da, ku pêwîstiyeke zêde bi pêdiviyan heye û divê zêdetir agahdarî wan bin. Heman demê de li beranber wan bexşîş û hevkariyên pêşkêşî koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê bi hevbeşî li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî encamdane û bandoreke gelek baş li xizmetkirina wan de hebûye, ji aliyê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve rêzlênana taybet pêşkêşî şanda mîhvan kirin.

Share on facebook
Facebook
Share on email
Email
Share on twitter
Twitter
Share on linkedin
LinkedIn
Share on pinterest
Pinterest

Nûçeya Dawî