Amêrên bihîstin û derziyan ji bo du nexweşxaneyan hate dabîn kirin

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêxistina Meynî ya Norwêcî li çarçêweya projeyeke tendirustiyê da pêdiviyên pizîşkî û amêran ji bo beşek ji nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê dabîn kirin.
Rêkefta 14.12.2021 li çarçêweya kerta tendirustiyê da Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkarî li gel rêxistina Meynî ya Norwêcî çendîn projeyên girîng encamdan, li bajarê Çemçemal (200) guhdankan dabîn kirin û pêşkêşî bi Birêveberiya Tendirustiya Çemçemal kirin. Heman demê de li Hewlêrê li çarçêweya heman projeyê da (200 derziyên Factor VIII ) ya ji bo nexweşiya Hîmofîlya ji bo nexweşxaneya Nanekelî taybet bi tûşbûyên nexweşiya Şêrpençeyê dabîn kirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest