Pişkinîn û çareseriya çav ji bo 100 zarokên azîz hate encamdan

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi awayeke berdewam li çarçêweya projeya çavdêriya azîzan da girîngiyeke taybet bi zarokên azîz dide û li vê çarçêweyê da ji bilî li dabînkirina hevkariya mehane, çendîn projeyên perwerdeyî û tendirustiyê ji bo wan encam dide.
Rêkefta 16.12.2021 li çarçêweya projeya çavdêriya azîzan ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya Navenda Urdinî ya ji bo çavan, helmeteke li devera Barzan ya ji bo pişkinîna çav û neştergerî û dirustkirina berçavkan ji bo 100 zarokên azîz û kesukarên wan rêkxist.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest