400 kon ji bo koçberên ser çiyayê Şingalê hate dabîn kirin

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di helmetek de guherîn û dabînkirina 400 konên nû ji bo koçberên ser çiyayê Şingalê rêkxist.
Rêkefta 15.12.2021 Nivîsîngeha Şingalê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li nahiye ya Sinunê, bi helkefta hatina demsala zivistan û sermayê helmetek ji bo dûbare guherîna konan û dabînkirina konên nû li ser çiyayê Şingalê rêkxist, li vê projeyê da 400 kon ji bo malbatan hate dabîn kirin.
Li vî derbarî de Pîr Deyan Ce’fer Birêveberê Nivîsîngeha Şingalê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand: Wekî eşkereye li demsala serma û baran barînê dayîn, ji bo vê jî hejmareke zêdeyê kon li ser çiyayê Şingalê têkçûbûn û diriyabûn, ji bo wê yekê li vê projeyê da me 400 kon ji bo malbatên koçberên ser çiya dabîn kirin û heman demê de li pêşkêşkirina pêdiviyên dinê jiyanê berdewam dibin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest