Hêzên pasevanê sînor hevkariya lêqewimiyên lehiya Hewlêrê dikin

Şandeke Fermandeya Hêzên Pasevaniya Sinor li Herêma Kurdistanê bi mebesta hevkarîkirina malbatên ziyan berketiyên lehiya çend rojên derbasbûyî, li rêya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve hevkariya (sûtemenî, sopa, ferş) pêşkêş kirin.
Rêkefta 19.12.2021 birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêşwaziya şandeke hêzên pasevaniya sînor ya li Herêma Kurdistanê bi Serokayetiya Lîwa Rukin (Hemade Dizeyî) kir.
Li vê hevdîtinê de tîşk xistin li ser wan rûdanên xwezayiyên ji ber guhertina keşuhewayê rû didin û ji ber wê karesatên xwezayî û metirsîdar lê dikevin, heman demî de balkişand li ser wan zerer û ziyanan ku ji ber rûdana lehiyê dirustbûn û tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi awayeke hawar hatinê li roja yekema rûdanê sê danên xoreka germ û proseya navnivîsandina ziyan berketiyan û heman demê de helmeta paqijkirina malan û kolanan destpêkir.
Li beranber da şanda mîhvan pesnê kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin ku li asta navxweyî û herêmî û navdewletî da roleke xwe ya çalak hebûye li bi hanaveçûn û yarmetîdana lêqewimiyan û hêviyên kar û serkeftinên mezintir ji bo Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xwest û bi mebesta bihanaveçûn û yarmetîdana malbatên ziyanmendên lehiyê, sûtemenî û ferş û sopa dabînkirine û li rêya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve hevkariyê li ser malbatan bi hemahengî li gel parêzgeha Hewlêrê dabeş dikin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest