Quştepe xorek û pêdiviyên navmalê pêşkêşî 659 malbatên berketiyên lehiyê kirin

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi palpiştî û hevkariya Damezraweya Rewşenbîrî Hekîm hevkariya navmalê (sopa, paketên xorekê) pêşkêşî malbatên ziyanmendbuyên lehiyê ya li nahiyeya Quştepe kir.
Rêkefta 22.12.2021 piştî rûdana lehiyê ya li bajarê Hewlêrê ku ji ber wê hejmarek tax û cîh ber lehiyê ketin û zerer û ziyaneke zêdeyê canî û malî li ber wan ket, tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî piştî rûdanê dest bi gihandina hevkariyê (xoreka germ û serjimêrkirin û paqijkirina malan) bi hevbeşî li gel navenda hemahengiya qeyranan ya parêzgeha Hewlêrê û dezgehên hikumetê kir ku sê roj sê danên xoreka germ pêşkêşî wan malbatan kirin ku lehiyê de ziyan bi wan gihabûn.
Li vê çarçêweyê da îro nahiye ya Quştepe ku hejmareke zêdeyê malan ziyanmendbûn, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi palpiştî li gel damezraweya Rewşenbîriya Hekîm dest bi dabeşkirina (sopa, paketên xorekê) li ser (659) malbatan de kirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest