Bi helkefta sala nû û serê sala zayînî ve Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkarî li gel Dêra bajarê Thuna Swisrî û Heyva Sora Îmaratî hevkariyê li ser 505 malbatên kêmderametên mesîhî li bajaroka Ankawe dabeş kirin.
Rêkefta 23.12.2021 Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî salane ji ber helkefta 25.12 cejna serê sala Krîstiyanan ve, projeyên cûr bi cûr ji bo Krîstiyanên nîştecihê Herêma Kurdistanê pêşkêş dike, li vê çarçêweyê da bi hevkarî li gel Dêra Bajarê Thun ya Swesrî hevkariyê (paketên xorek û tendirustî û balîf) pêşkêşî (505) malbatên kêmderametên Krîstiyanê nîştecihê bajaroka Ankawe kir.
Li vî derbarî de birêz Îsmaîl Abdulezîz Birêveberê Beşa Hawar Hatinê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand: Em li jêr diruşma şanaziye ji bo mirov xizmetkarê mîlletê xwe bê ku gotineke Barzaniyê Nemire û li jêr sêwana wê gotinê da xizmetê dikîn, bi bê cûdahiya olî û neteweyî û zimanan hevkarî û pêdiviyan li ser wan kes û malbatan da dabeş dikîn ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye. Îro li bajaroka Ankawayîn ku zêdetirê nîştecihên wê mesîhî ne, bi helkefta salvegera ji dayikbûna Hezretî Mesîh (Îsayê kurê Meryem)ê silavên xwedê li ser bê, ji bilî derbirîna pîrozbahiyên me ya ji bo vê helkeftê li xûşk û birayên me, heman demê de hevkariyê (paketên xorek û tendirustî û balîf)an ji bo (505) malbatên kêmderametên Krîstiyan û Ermenî yên li vî bajarokî de dabeşdikîn.