Xorek û sûtemenî ji bo 2.145 malbatên ziyanmendên lehiyê hate dabînkirin

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi palpiştî û hevkariya hejmarek rêxistin û kesayetiyên bexşer, hevkariya navmalê wekî (neft, paketên xorek)ê pêşkêşî malbatên ziyanmendbuyên lehiya li bajarê Hewlêrê li taxên Rewşenbîrî, Girdcotyar, Hîran City, Serkarêz, Qetewî, nahiyeyên Quştepe û Daretû dikin û ji bo her malbatek 100 lîtir sûtemenî û 2 paketên xorekê hatine amadekirin.
Rêkefta 23.12.2021 piştî rûdana lehiya li bajarê Hewlêrê ku ji ber wê hejmarek tax û nahiye ber lehiyê ketin û zerer û ziyaneke zêdeyê canî û malî li ber wan ket, tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî piştî rûdanê dest bi gihandina hevkariyên (xoreka germ û serjimêrkirin û paqijkirina malan) bi hevbeşî li gel Navenda Hemahengiya Qeyranan ya Parêzgeha Hewlêrê û dezgehên hikumetê heta sê rojan sê danên xoreka germ pêşkêşî wan malbatan kirin ku lehiyê ziyan bi wan gihandibû.
Li vî çarçêweyê da îro li bajarê Hewlêrê dest bi dabeşkirina (sûtemenî û paketên xorek) li ser (2.145) malbatên li tax û nahiyeyên ziyanmendê lehiyê, li wê helmetê da Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi palpiştî li gel parêzgeha Hewlêrê, Dezgeha Rewange, bexşer û xwediyên kompanya û Heyva Sora Îmaratî dibe.
Li vî derbarî de Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand: Bi erkê pêşîneyê xwe dizanîn bihanaya wan malbatan ve biçîn ku rûbirûyê karesatên xwezayî ya lehiyê bûn, em li yekem roja rûdana lehiyê li gel parêzgeha Hewlêrê û aliyên peywendîdar li ser hêl bûn, heta ku bikarîn bi zûtirîn dem hevkarî û yarmetiyê bigihînîn wan taxên ku rûbirûyê vê karesatê bûn, ewebû li yekem rojê ve dest bi dabeşkirina danên xoreka germ ya sê danî ji bo wan malên li taxên cûdayên ziyanmend bibûn. Piştî vê proseyê, bi hemahengî li gel navenda hemahengiya qeyranan û yekîneyên îdarî dest bi navnivîsandina wan malên ku ziyan ber wan ketibû kirin û li gel proseya paqijkirina mal û kolanan li herî û paşmayên lehiyê. Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî balkişand li ser wê yekê, li qonaxa yekem da bi awayeke hawar hatinî bû, lê belê piştî wê qonaxê ji bo wan dest bi dabînkirina pêdiviyên navmalê dikîn, eve jî bi hevkarî li gel parêzgeha Hewlêrê û Dezgeha Rewange û Heyva Sora Îmaratî û hejmarek kesayetiyên xêrxwaz û xwediyê kompanyayên hevbeş li dabînkirina yarmetiyê ji bo wan ziyanmendan. Her wiha awayê dabeşkirinê jî ji bo her malbateke ziyanmend bi vî awayî dibin ku her malbatek 100 lîtir sûtemenî û dû paketên xorekê werdigrin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest