Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hevkariyên xorek û navmalê û pêdiviyên cûr bi cûrê din ji bo her malbatek (paketa kelupelên navmalê, 5 doşek, 5 balîf, 7 betanî, 32 metir ferş, 1 sopa, 2 paketên xorek)ê pêşkêşî (1.044) malbatên ziyanmendê lehiya bajarê Hewlêrê û dewrubera wê dike.
Rêkefta 25.12.2021 li çarçêweya helmetên xwe yên berdewam da, bi navê xizmetkirina zêdetirê malbatên ziyanmendbuyên lehiyê li tax û nahiye û bajarokên dewrubera bajarê Hewlêrê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi çend qonaxekê dest bi hevkarîkirinê kir, di destpêkê de danên xoreka germ dabîn kir ku bi hevkariya Dezgeha Rewange heta sê rojan sê danên xoreka germ pêşkêşî malbatan kirin. Piştî arambûna rewşê û vegerandina malbatan li ser malên wan, tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dest bi dabeşkirina sûtemeniyê kir ku her malbatek (100 lîtir sûtemeniyê wergirtin, paşê dest bi dabînkirina kelupel û pêdiviyên navmalê ku xwe ji mezintirîn helmetê xêrxwazî û mirovî da dîtiye ku ew jî helmeta dabeşkirina alîkarî û hevkariyên navmalê û pêdiviyên cûr bi cûr ya ji bo wan malbatên ziyanmendbuyên lehiyê bû li (Pirzîn 8 malbat, Mela Umer 8 malbat, Kesnezan 14 malbat, Teqteq 6 malbat, Bineslawe 27 malbat, Quştepe 670 malbat, Behirke 170 malbat, taxa jiyan 141 malbat), pêdivi jî ji bo her malbatek ji (paketên pêdiviyên navmalê, 5 doşek, 5 balîf, 7 betanî, 52 metir ferş, 1 sopa, 2 paketên xorekê), her wiha grupa kompanyayên Barz ji bo (500 malbatan sarker û befrik û tebax) dabînkiriye, bi giştî li van hevkariyan da (1.044) malbat sûdmend dibin.