Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî amara sûdmend û pêdiviyên ji bo ziyanmendên lehiya Hewlêrê hatibû dabeşkirin belav kir

Piştî ku li rêkefta 17.12.2021 ji ber baraneke bi hêz ku bûye sedema dirustbûna lehiyê li çend tax û nahiyeyeke dewrubera bajarê Hewlêrê ku têda hejmareke zêdeyê malbatan zerermendbûn, piştî rûdanê Dezgehê tîmên hawar hatinê li çarçêweya wê hemahengiyê li gel parêzgeha Hewlêrê û aliyên peywendîdarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mebesta bi hanaveçûna ziyanlêketiyên lehiyê damezrand, li roja din jî dest bi dabeşkirina danên xoreka germ ya sê danî ji bo sê rojan berdewam bû û bi hevkarî li gel Dezgeha Rewange û hejmarek kompanyayên xêrxwaz wekî kompanya Geliawa ku beşdariyê li vê proseyê da kirin. Heman demê de li gel dabeşkirina danên xwarina germ bi awayeke berdewam dest bi navnivîsandin û tomarkirina hurgiliyên navên ziyanlêketiyên lehiyê li gel proseya paqijkirina malan û kolan û cihên giştî ku lehiyê ziyanê bi wan gihandibûn, li gel tîmên gerokên pizîşkî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku pişkinîn û çareseriyê ji bo birîndaran encam dabû.
Piştî vê proseyê, dest bi dabeşkirina sûtemeniyê kirin ku her malbatek 100 lîtir wergirtin li gel dabeşkirina paketên xorekê û pêdiviyên dinê navmalê, li gel eve da jî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hemahengî li gel parêzgeha Hewlêr û navenda hemahengiya qeyranan EJCC, Dezgeha Rewange, hejmarek kompanya û kesayetiyên xêrxwaz û alîkarî û hevkariyên parêzgeha Dihokê, hevkariyên cûr bi cûr ji bo (2.905) malbatên zerermendbûyiyên lehiyê dabînkirin. Li vir da balê dikşînîn li ser wan hevkariyên li vê proseyê da hatine dabeşkirin ji bo raya giştî dixînerû:
2.790 paketên xorekê, 244.700 lîtir nefta sipî, 2.218 sopa, 2.340 ferşê metir dû ca ku ji bo her malbatek 52 metir hatibû dabînkirin, 11.700 balîf, 11.700 doşek, 12.740 betanî, her wiha 500 sarker û befirgir, 500 tebax, 500 cilşor ku ji aliyê grupa kompanyayên Barz ve hatibû dabînkirin, 400 butlên xazê, 14.720 danên xoreka germ.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest