53 kes penaberê Kurdistanê bûn

Li tixûbê Sihêla ve rojane nîştecihên Rojavayê Kurdistanê bi sedemên cûda yên siyasî û xerapiya rewşa aborî bajarên xwe bi cîh dihêlin û rû li Herêma Kurdistanê dikin.
Di destpêka sala nû ya 2022 li tixûbê Sihêla hejmarek ji niştecihên Rojavayê Kurdistanê ku ji malbat û ezeban pêkhatibûn ber bi Herêma Kurdistanê penaberbûn, di dema gihîştina wan ji aliyê tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve danên xoreka germ û pêdiviyên navmalê wekî (Doşek, Betanî, Xwarin, Av, Ciluberg, paketên tendirustî û xorekê) pêşkêşî wan kirin. Li rêkefta 03.01.2022 hemareke dinê penaberan ku ji 53 kesan pêkhatibûn li tixûbê Sihêla ve hatine nav axa Herêma Kurdistanê û bi heman awayî hevkarî û pêdiviyên destpêkî yên jiyana wan hate dabînkirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest