Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hevkariya Navenda Awat ya ji bo çareseriya nexweşiya Şêrpençe kir

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li çarçêweya palpiştiyên xwe yên ji bo kerta tendirustiya li Herêma Kurdistanê da, li projeyek da erkê hevkarîkirina kargêriya Navenda Awat ya ji bo çareseriya nexweşên Şêrpençe xist stûyê xwe.
Rêkefta 05.01.2022 bi navê xizmetkirina zêdetirê nexweşên Şêrpençeyên li Herêma Kurdistanê û karhêsanî û palpiştiya berdewam ya ji bo kerta tendirustiya Hikumeta Herêma Kurdistanê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî erkê hevkarîkirina kargêriya Navenda Awat ya ji bo çareseriya nexweşên Şêrpençe xist stuyê xwe û li vê çarçêweyê da li Navenda Awat, bi amadebûna (Dr. Dilovan Mihemed) Birêveberê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê û (Karzan Nurî) Endamê Desteya Kargêriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî wajo li ser girêbesta hevkarîkirina navendê kirin ku heta salek ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve palpiştiya darayî li rûyê kargêriyê ve tê kirin.
Hêjayî gotinêye ev navend li ser çareserkirina tûşbûyên nexweşên şêrpençe li rêya tîşk ve kar dike ku salane hejmarek ji tûşbûyên wê bi mebesta wergirtina çareseriyê serdana vê navendê dikin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest