Pêdiviyan ji bo hejmarek xwendingehên Silêmanî dabîn kirin

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevbeşî li gel Dezgeha LDS ya xêrxwaziya Amerîkî li projeyeke nû da pêdiviyên cûr bi cûr ji bo hejmarek xwendingeh û bexçeya zarokan ya ser bi Birêveberiya Giştî ya Perwerdeya Parêzgeha Silêmanî dabîn kirin.
Li çarçêweya kerta perwerdeya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi navê xizmetkirina zêdetirê xwendekaran û pêşxistina bi kerta perwerde û xwendina li Herêma Kurdistanê Iraqê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî salane projeya cûr bi cûr encam dide, li vê demê de jî li rêkefta 07.02.2022 Nivîsîngeha Silêmanî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkarî li gel Dezgeha LDS ya Xêrxwaziya Amerîkî, kelupel û pêdiviyên xwendekaran û nav xwendingehên ji bo hejmareyek xwendingeh û baxçeya zarokan ya parêzgeha Silêmanî dabînkir, pêdiviyên wan jî pêkhatiye ji (Sopa, Waytbord, Qemsele, kale, dataşow, printer û hinek pêdiviyên perawge). Ev prose berdewam dibê û li rojên bê hejmarek xwendingehên din ji van hevkariyan sûdmend dibin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest