Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li çarçêweya projeya hawar hatina bi navê bihanaveçûna ziyanmendên lehiya bajarê Hewlêrê, bi hevkarî li gel parêzgeha Hewlêrê, pêdiviyên navmalê û xorek dabeş kirin.
Rêkefta 13.01.2022 ji ber barana bi lez û dirustbûna lehiyê li hejmarek taxên bajarê Hewlêrê, tîmên hawar hatinê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî demildest dest bi gihandina hevkariyê kir ku xwe ji dabînkirina danên xoreka germ ya ji bo taxên (Zîlan City, Pîreş, Sêberdan, Bextiyarî, Behirkê, Hewlêrî Niwê û Şaweys) dibînî ku têda 1500 kes sûdmendbûn ku lehiyê ziyanê bi malên wan gihandibû. Li qonaxa duyem da dest bi dabeşkirina sûtemeniyê kirin ku her malbatek 100 lîtir wergirt, heman demê de her li dirêjahiya dabeşkirina hevkariyên ji bo lêqewimiyên lehiyê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li rêkefta 17.01.2022 bi hevkarî li gel Navenda Hemahengiya Qeyranan ya Parêzgeha Hewlêrê û Grûpa kompanyayên Geliawe, (Sopa, Betanî, Doşek, Xorek, Mafûr, tebax û ciluberg ji bo (281) malbatên ziyanmendên wan taxan dabeşkirin ku lehiyê ziyanê bi wan gihandibû.
Xorek û pêdiviyên navmalê li ser 281 malbatên ziyanmendê lehiyê hate dabîn kirin
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest