50 zarokên tûşbûyê nexweşiya Şêrpençe hatin dilxweşkirin

Rêkefta 15.02.2022 bi helkefta roja cîhaniya nexweşiya şêrpençeya zarokan, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkarî li gel hejmarek kompanyayan hevkariyên cûr bi cûr li 50 zarokên tûşbûyê wê nexweşiyê kirin.
Li çarçêweya projeyên berdewam yên ji bo hevkarîkirina çînên civakê, Nivîsîngeha Kerkûkê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li çarçêweya projeyeke nû ya bi navê (Em hêvî û kenînîn ji bo we) Bi hevkarî li gel Birêveberiya Giştî ya Tendirustiya Kerkûkê û bi sponseriya (kompanya Geliawa, kompanya Bright, Xaça Sora Navdewletî, kompanya Dilsoz û kesayetiyên xêrxwaz Seyîd Mecîd) li wê roja cîhanî da hevkariyê li ser (50) zarokên tûşbûyê nexweşiya şêrpençe û malbatên wan kirin ku her malbatek (paketên xorek, pêlîstokên zarokan, ciluberg, kek û şîrînî, çantayên diyarî û pêlîstokên zarokan) pêşkêşkirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest