Îdareya Soran… Beşa Hawar Hatina Nexweşxaneya Xelîfan hate vekirin

Roja pênçşem rêkefta 17.02.2022 li Îdareya Serbixweya Soran, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi amadebûna birêz Wezîrê Tendirustî û Birêveberê Giştî yê Tendrustiya Hewlêrê û Birêveberê Îdareya Serbixweya Soran û Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, rêwresma vekirina beşa hawar hatina nexweşxaneya Xelîfan birêveçû ku li ser erkê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi gujmeya (208,000,000 IQD)hatiye dirustkirin. Li vê rêwresmê de civîneke rojnamevaniyê hate sazkirin.

Bi hevkarî û hewlên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî me karî vê nexweşxaneyê li Îdareya Soran û li bajaroka Xelîfan vekîn

Di destpêka civîna rojnamevaniyê de, birêz Helgurd Şêx Necîb Serpereştiyarê Îdareya Serbixweya Soran ragihand: Îro li hengaveke din ya ji bo ber bi pêşvebirina kerta tendirustiyê li gel cenabê Dr Saman Wezîrê Tendirustiya Hikumeta Herêma Kurdistanê û Dr. Dilovan Birêveberê Giştî û Birêz kak Musa Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Xelîfan nexweşxaneya hawar hatinê ya ji bo bajaroka Xelîfan hate vekirin. Em bi eşkere li kerta tendirustiyê de hewl didîn ber bi peş ve biçîn li Îdareya Serbixweya Soran yek ji kertên herî girîngên ku em girîngiyê pê didin kerta tendirustiyê ye, em ji bo xizmetkirina xelkê bajaroka Xelîfan. Her wiha ragihand: Dizanîn ev îdareye pêwîstiyeke zêdetir heye, em zêdetir pêwîste kerta tendirustiyê li bajaroka Xelîfan berfirehtir bikîn, ji ber ku li tixûbeke berfireh li ser heye. Lê belê bi hevkarî û hewlên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî me karî vê nexweşxaneyê li îdareya Soran û li bajaroka Xelîfan vekîn.
Ez li vir de spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û spasî cenabê Wezîr û wan hemûyan dikîn ku hevkar bûne ji bo wê yekê ku bikarin bi xizmeteke biçûk jî bê, xizmeta bajaroka Xelîfan bikîn. Em li Îdareya Soran hewl didîn her çi kêmasiyên din jî heye hem li nexweşxaneyê berê jî û hem nexweşxaneyên din jî yên ser bi nahiyeya Xelîfan û gundên nahiyeya Xelîfan li binkeyên tendirustiyan zêdetir girîngî bi kerta tendirustiyê bidîn û kêmasiyan pir bikîn. Dûbare pîrozbahiyê li xelkê Xelîfan dikîn ji bo vê destkeftê û hêvîdarîn sûda xwe hebê û hêvîdarîn nîştecihên vê tixûbê bikarin bi awayek sûd jê werbigrin ku xizmeta vê deverê bike careke din spasî hemuyan dikim û hêvîdarim ev proje û projeyên dinên berfireh li Îdareya Serbixweya Soran bi cîh bikin.

Rola Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li kerta tendirustiyê de bilind dinirxînîn

Paşê Dr Saman Berzencî Wezîrê Tendirustiya Hikumeta Herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kir û ragihand: Gelek xweşhalîn îro li rêwresma vekirina projeyeke gelek girîng ew jî projeya vekirina vê nexweşxaneye wekî beşeke girîngê hwar hatinê li nav Nexweşxaneya Xelîfan, em hemû dizanîn ku Binkeya Tendirustiya Xelîfan wekî binkeyeke tendirustiya serekî di demên salên derbasbûyî de her li zu ve xizmeteke zêde gihandiye welatiyên xweşdivî, lê belê pêwîstî bi wê yekê hebû ku nexweşxaneyeke hawar hatinê û beşa hawar hatinê ji bo rewşên bi lez û ji nişkave ji bo kêmkirina veguhestina nexweşan ji bo nav navendên Soran yan ji bo nava bajarê Hewlêrê, ji bo wê yekê ev beşa hawar hatinê di demeke gelek kurt û nêzîk da li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî wekî herdem wekî projeyeke xêrxwaziyê destpêşxeriya vê beşa girîng kir û cihê xwe de ye di destpêkê de spas û pêzanîn û spasî vê helwêst û vê projeya girînga Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bikîn wan bi xwe û hevbeşên wan ya bi dirustkirin û dabînkirina vê xizmetguzariya li nahiyeya Xelîfan. Her wiha balkişand li ser wê yekê girîngiya vê projeyê tenê ji bo nîştecihên tixûbê nav bajarê Xelîfan û dewruber û gundên wê nebê belku li ser mezintirîn hêle û rêya serekiye li ser tixûbê parêzgeha Hewlêr ku ev rê hem rêyeke geştiyarî û hem rêyeke bazirganiye li gel tixûb û çendîn welatên din rojane li hemû tixûban hatin û çûnê li vir dikin. Ev beşa hawar hatinê li ser hêla giştî ya kolana giştî da bi piştrastiyê ve xizmeteke zêde bi nîştecihên vê tixûbê bi wan hemû rêwiyan û wan geştiyar û kesên ku bi vê rêyê da derbas dibin. Vekirina binkeya tendirustî nexweşxane û navendên pîsporiyan li nav bajar û li derveyê bajar û qeza û nahiyan girîngiya xwe heye ji bo bilindkirina asta şiyan û her wiha gihandina xizmetguzariyan, bêguman bi palpiştî û bi piştgîriya tevahiya birêz cenabê Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê û Serokayetiya Encumena Wezîran û li gel hevbeşên me li rêya peywendiyên me li gel rêxistinên NGO rêxistinên NY (UN) û li serûyê hemûyan ve Dezzgeha Xêrxwaziya Barzanî ku li salên derbasbûyî li rûyê avahî û li rûyê bingehîn û li rûyê pêdiviyên pizîşkî û amêr û ambulans û vekirina binkeyên li nav bajar û derveyê bajar û li wargehan û dabînkirina derman û pêdiviyên pizîşkî roleke mezin hebuye, ji bo wê yekê careke din spas û destxweşiyê li wan dikîn.

Hêvîdarîn projeyên dinên bi vî awayî pêşkêşî xelkê Kurdistanê bikîn

Paşê birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li civîna rojnamevaniyê de gotarek bi helkefta vekirina beşa hawar hatina nexweşxaneya Xelîfan pêşkêş kir û ragihand: Bi navê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xweşhaliya xwe derdibrîn ku îro li virîn ji bo pêşkêşkirina xizmeteke din bi xweşdiviyên me yên li Xelîfan û gundên dewrubera wê hêvî dikîn ku ew piştevanî her berdewam bê, li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku bikarîn projeyên xweşik û bi vî awayî pêşkêşî xelkê xweşdiviyê Kurdistanê bikîn. Cihê xwe ye ku bi navê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî spasî birayê me yê birêz hevbeş li vê karê xweşik û pîroz da bikîn ku kak Nehro Rewandizî Endamê Parlemena Iraqê hêvî dikîn ku em hemû aliyek rêxweşkerbîn ji bo pêşxistina vê kultura xweşik ya bexşînê bi vê kultura ku neku Kurdistaniyan, belku cîhana mirovayetiyê şanaziyê dike bi wan bexşeran bi wan bexşîna li vir da wekî kulturek ke hemû aliyên jiyanê girtiye, em hêvî dikîn wekî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî navendek bîn ji bo komkirina wan hemû xêrxwaziyan ku dixwazin li projeyên xweşik de xizmeta Kurdistaniyan bikin. Em şanaziyê dikîn ku roj bi roj û sal bi sal bi piştevaniya wan xweşdivî û birêzan ku karên me mezin dibin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest