Hevkariya 15 malbatên kêmderametên bajarê Kerkûkê kirin

Bi helkefta derbasbûna 43 sal li ser koça dawî ya bavê ruhî yê neteweyê Kurd Barzaniyê Nemir Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li bajarê Kerkûkê projeya (Aştî û pêkvejiyan)ê encam da.
Rêkefta 01.03.2022 Nivîsîngeha Kerkûkê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi helkefta salvegera koça dawî ya Barzaniyê Nemir li projeyeke nû da hevkariya 15 malbatên hejar û kêmderametên tixûbê parêzgehê kirin, hevkarî jî ji bo her malbatek pêkhatibû ji dabînkirina (3 doşek, 1 paketên xorekê û 2 paketên tendirustiyê, têşt, ardê 25 kîlo, 1 setê metbexê, 1 ciluberg, 1 kek, 2 çanta, 2 pêlîstokên zarokan, 2 sopa, 100 hezar dînar hevkariya maddî pêkhatibû.
Hêjayî gotinêye salane Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li vê helkeftê de, projeyên cûr bi cûrên xêrxwazî û jîngehiyê bi cîh dike.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest