Rêkefta 22.02.2022 li bajarê Hewlêrê û li Zanîngeha Polîteknîka Hewlêrê, yadaşta hevdû têgihiştinê li navbera Zanîngeha Polîteknîka Hewlêrê ku birêz (Prof Dr Kawa Abdulkerîm Şêrwanî) Serokê Zanîngehê nûnerayetiya wê dike û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, ku birêz (Musa Ahmed) Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî nûnerayetiya wê dike hate îmzakirin. Ev yadaşt hemahengiya hevbeş li warên: xwendin, şêwirmendî, rahênan, xizmetguzariyên civakî û danustandina ezmûnê li xwe digrê. Heta (5) pênç salan, li gor xwesta her du aliyan tê kirin û yadaşt tê nû kirin. Ev yadaştname li ser bingeha xwesta her du aliyan û nêrînên wan hatiye rêkxistin. Bi mebesta dariştina awayek ji bo temamkirina karubarên xêrxwaziyê û pêkanîna çemkê hevkarî û karê hevbeş li navbera zanîngeh û wan komeleyên li warê xizmetguzariyên civakê kar dikin, li hizra pêşkêşkirina xizmetguzariya mirovî û xêrxwaziyê bi armanca ber bi pêşvebirina çawayiya van xizmetguzariyan ji bo welatiyan û nîştecihên Herêma Kurdistanê û seranserê Iraqê.
Ev yadaştnameya lêktêgihiştinê ji bo binyatnana temamkarê stratejiya warên karê mirovî, xwebexşî, çalakî û karguzariyan hatiye encamdan. Her wiha rêkxistin û hemahengiya hevbeş li xwe digrê li warê şêwirmendî û rahênan û hevkariya li warê lêkolînên civakî ku her aliyek li nirxandina diyardeyên meydanî bikartîne bi navê pêkanîna hevkariyên berhemdar bi mebesta palpiştîkirina behreyên diyar û hêjayan li rêya guherîna ezmûnên li warên hevkarî hevbeş de. Her du alî li ser vê yadaşnameya lêktêgihiştinê rêkeftin.
Li vê rêwresmê de ji aliyê Dr Kawa Şêrwanî Serokê Zanîngeha Polîteknîka Hewlêrê û Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve gotar hatin pêşkêşkirin û balkişandin li ser rol û girîngiya vê lêktêgihiştin ya bi navê bilind kirina asta zanistiya karmendên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û guherîna ezmûna karkirina her du aliyan bi armanca ber bi pêşvebirina zêdetirê warê mirovî li Herêma Kurdistanê da. Paşê li navbera her du aliyan de lêktêgihiştinek hate wajokirin û çu warê bi cîhkirinê.