Bi mebesta hemahengî û dirustkirina peywendiyeke baş li gel rêxistinên hikumî û xêrxwaziyên wî welatî, şandeke Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi Serokayetiya Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Îbrahîm Semîn Cîgirê Serok û Awat Mistefa Endamê Desteya Kargêrî li ser daxwaza dezgehên xêrxwazî û Hikumeta Herêma North Rhine-Westphalia serdana welatê Almanya kirin.
Roja 28.02.2022 li Herêma North Rhine-Westphalia li gel xanima Claudia Godicca Cîgira Serokê Parlemena Herêma Nordrhein Westfalen civiya û gelek bi germî pêşwaziya şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir û di derbarê girîngiya hemahengiya di navbera Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Parlemen û Hikumeta Nordrhein Westfalen û rêxistinên wê herêmê li Almanya hate guftûgo kirin.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hurî behsa kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo koçber û penaberan kir û behsa rewş û jiyana koçber û penaberan kirin û behsa rêxistina Caritas ya Almanî kir ku bi taybet li wargehên Mamreşan wan roleke mezin hebû li hevkarîkirina nîştecihên wê wargehê. Her wiha daxwaz kir rêxistinên Almanya roleke mezintir li baştirkirina debara koçber û penaberên li wargehên Herêma Kurdistanê da bibîne. Her wiha balkişand li ser wê yekê ji niha de rêxistinên Neteweyên Yekgirtî li kertên jiyanî wekî (tendirustî û perwerde û xorekê da) hevkariyên xwe kêmkirine û eve jî bandoreke xerap li ser rewş û debara wan dirust kiriye.
Cîgira Serokê Parlemena Herêma North Rhine-Westphalia xweşhaliya xwe ji bo şanda mîhvan nîşan da û amadehiya xwe nîşan da ku rêxistinên welatê Almanya li paşerojê de pêkve kar bikin bi navê baştirkirina rewş û jiyana koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê. Paşê ji aliyê Cîgira Serokê Parlemena Herêma North Rhine-Westphalia xelata rêzlênana Herêma North Rhine-Westphalia ya taybetî pêşkêşî Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir û daxwaz kir li nav deftera bîranînên Parlemena Herêma North Rhine-Westphalia bîranîna Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî binivîse ku yek ji wan defterane ku dehan sale serkirde û kesayetiyên cîhanî têda bîranînên xwe nivîsîne.
Li hevdîtinê de çend endam Parlemenek û Serokê Rêxistina Carîtas ya Herêma North Rhine-Westphalia beşdarbûn. Heman roj şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li gel Joachim Stamp Cîgirê Serok Wezîrê Herêma North Rhine-Westphalia û Wezîrê Koç û Malbatan ya li herêm civînek encamdan. Li civînê de Wezîrê navbihurî sozê da li paşerojê de serdana Herêma Kurdistanê bike û ji nêzîk ve rewşa koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê bibîne û her wiha li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li warên pêşxistina mirovî û vekirina xulên rahênana hevkarî û xizmetkirina koçber û penaberan pêşkêş bikin.
Li beranber da şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî gelek spasî Cîgirê Serok Wezîrê Herêma North Rhine-Westphalia kir ku rêxistina Carîtasa Almanî di demên derbasbûyî de li wargeha Mamreşan roleke mezin dîtiye li xizmetkirina koçberên Êzdî yên wargehê de.
Şandeke Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Almanya çendîn hevdîtinan encam didin
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest