Li Portugalê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û çend rêxistin û navendek civiyan

Rêkefta 02.03.2022 li çarçêweya serdana fermî ya şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya Ewrupa ku pêkhatibûn ji birêzan Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Îbrahîm Semîn Cîgirê Serokê Dezgehê û Awat Mistefa Endamê Desteya Kargêrî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li welatê Portugalê li gel rêxistina Gulbank ya warê Pêşxistina Mirovî û Perwerde û Rahênanên Pîşeyî civiyan.

Li destpêka hevdîtinê de Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî spasî mîhvandariyê kir û spasî Konsolê Iraq li Portugalê birêz Seywan Barzanî kir û heman demê de bi kurtî di derbarê dîroka Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û kar û çalakiyên wê yên xêrxwazî û mirovî bi awayeke giştî xisterû.

Her li hevdîtinê de Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî behsa rewş û guzeraniya koçber û penaberên ku li Herêma Kurdistanê da li 35 wargehan da dijîn kir, heman demê de Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî erkê kargêrî û birêvebirina 30 wargehan dike, her wiha tîşk xiste li ser babeta pêkvejiyana aştiyaneya ol û neteweyên cûdayên Kurdistanê û balkişand li ser babeta jîngeparêzî û perwerde û rahênanê ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî salaneke zêdeye bi girîngiyê ve kar li ser kiriye.

Li beranber da rêxistina Gulbank piştî bixêrhênana şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, destxweşiyê pêşkêşî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir ji bo wan kar û projeyên di demên derbasbûyî de pêşkêş kirine. Heman demê de behsa wan projeyan kir ku rêxistina navbihurî kar têda dike ew jî (hunerî, zanistî, perwerde, karê xêrxwazî û balkişand li ser girîngiya jîngehê ku li niha de zêdetir kar li ser dikin û dikarin pêkve li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî projeyên hevbeş encam bidin. Heman rojê şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya Portugalê li gel birêz Nezîm Ehmed Nûnerê Dîblomasî ya Îsmaîliyan li welatê Portugalê civiyan.

Li hevdîtinê de armanca serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya welatê Portugal û civîna li gel rêxistinên wî welatî xistin rû ku armanca şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêkhatiye ji zêdetir pêşxistina peywendiyên dezgehê li gel rêxistinên xêrxwaziyên ser bi taîfeya Îsmaîlî, bo ku pêkve karên hevbeş li Herêma Kurdistanê encam bidin û li warê xwendin û hevkariyên miroviyan da proje ji bo koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê de hebê.

Ji aliyeke din ve li gel birêz Endê Valêntê Berpirsê Navenda Çampîlod ya lêkolîn û çareseriya nexweşiyên şêrpence û mêşk civiyan.

Li hevdîtinan de şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî armanca serdana xwe ya welatê Portugal xisterû ku dixwazin li gel Navenda navbihurî peywendî û hemahengiyeke bi hêz hebê bi navê baştirkirina kerta tendirustiyê li Herêma Kurdistanê û hevkarîkirina nexweşxaneyên taybet bi çareseriya nexweşiya şêrpence yên wekî (Hîwa, Nanekelî, Awat) ku wan pêwîstiyeke zêde bi amêr û pêdiviyên pizîşkî yên taybet bi çareseriya wan nexweşiyan heye.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest