Rêkefta 04.03.2022 di dema vexwendineke fermî ya welatê Almanya, şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku pêkhatibûn ji birêzan Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Îbrahîm Semîn Cîgirê Serokê Dezgehê û Awat Mistefa Endamê Desteya Kargêrî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li gel birêz Rickliff Benin Berpirsê Rêgirtina li Qeyranan û Rexsandina Aramî û Aştî û pêşkêşkirina hevkariyan li Wezareta Derveya Almanya ya Federal civiyan.
Li hevdîtinê de Berpirsê Rêgirtina li Qeyranan û Rexsandina Aramî û Aştî û pêşkêşkirina hevkariyên mirovî pêşwaziyeke germ li şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir û li hevdîtineke dostane da behsa ewe kir ku berî pênç salan serdana wargehên Herêma Kurdistanê kirine û li nêzîk ve rewş û guzeraniya koçber û penaberan dîtiye û pesnê rola Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û karên wê yên xweşik kir û ragihand: We pêgeheke bihêz heye û xweşhalim bi wê pêgeha we. Her wiha birêz Rickliff Benin sozê da ku berdewam dibin li pêşkêşkirina hevkariyên mirovî yên ji bo navçeyê û amadehiyê ji bo palpiştîkirina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo encamdana projeyên mirovî nîşanda.
Li beranber da birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî spasî xelk û Hikumeta Almanya kir ji bo wan hevkariyên ku pêşkêş kirine û bi taybetî di demên derbasbûyî de ya hatina koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê, li heman demê de bi kurtî behsa kar û projeyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî yên li wê mîhvandariyê kir.
Heman demê de birêz Rickliff Benin ragihand: Ji bo hevkariyê pêşkêş bikin herdem li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li peywendiyê da dibin ku rewş û debara koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê da baştir bikin.