Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî beşdarî civîna Encumena Asayîşa ser bi Neteweyên Yekgirtî kir.

Li rêkefta 03.06.2022 Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî beşdarî civîneke taybetî kir ku Serokê niha yê Encumena Asayîşa Neteweyên Yekgirtî beşdar bû.
Li vê civînê de çendîn balyozên welatên endamên li Neteweyên Yekgirtî û Nûnerên rêxistin û ajansên mafên mirov û civaka medenî beşdarî vê civîna şêwirmendiyê bûn.
Awat Mistefa Nûnerê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li ECOSOC, du babetan pêşkêşî Fîrat Hoca Serokê Xula niha ya Encumena Asayîşê kir ku taybet bû bi rola Encumena Asayîş li rêgirtin yan kêmkirina dest têwerdana welatên dewrûber li karûbarê Iraqê û bandora Serokayetiya welatên nû yê pêgihiştî li Serokayetî kirina Encumena Asayîşê.
Diyare Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî take rêxistina civaka medenî û xêrxwazî bû ku li vê civînê de beşdar bû. Civîna Encumena Asayîş li gel rêxistina civaka medenî endam li ECOSOC wiha biryare mehane berdewam bê, eve jî bi navê rexsandina derfeteke bo ku ji nêzîkve rêxistinên civaka medenî agahdarî proje biryar û siyaseta karê Encumena Asayîş bê.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest