Li jêr çavdêriya rêzdar Mela Mistefa Barzanî, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevbeşiya rêxistina “Wen vîjn” ya navdewletî roja sê şema rêkefta 04.10.2022 rêwresma vekirina xwendingeha (Kewne Gund) ya li tixûbê qeza Mêrgesorê birêve bir.
Di destpêka rêwresmê bi sirûda neteweyî ya Ey Reqîb û bi xulekêk rawestana ji bo rêzgirtin li şehîdên serbilindên Kurdistanê serwerê wan Barzaniyê Nemir û Kak Îdrîsî herdem bi bîr destîpêkir.
Paşê birêz Helgurd Şêx Necîb Serpereştiyarê Îdareya Serbixweya Soran gotarek pêşkêş kir. Piştî bi xêrhatina amadebuyan, xweşhaliya xwe derbirî ku xwendingehek li gundeke “serkeş” û dûre dest hatiye dirust kirin. Paşê spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêxistina “Wen vîjn” ya navdewletî kir, ji bo li stûgirtina têçûya xwendingehê û got: Kabîneya nehema Hikumeta Herêma Kurdistan û cenabê Serokê Hikumetê girîngiyeke taybet bi kerta perwerdeyê daye û me û we raspardiye bo ku ji nêzîk ve çavdêriya proseya xwendin û xwendingehan û nûjenkirina wan bikin û kelupelên lojîstî ji bo xwendingehan bi giştî û xwendingehên dûre dest bi taybetî dabîn bikîn”. Eve jî xisterû ku li budceya Îdareya Serbixweya Soran 500 milyon dînar ji bo nûjenkirina xwendingehên deverê hatiye terxan kirin. Hêvî jî xwest wekî çawa li serdema xwe de gund avadan û palpiştê şoreşên Kurd bûn, her bi avadanî bimînin. Li dawiya gotara xwe de dûpat kir ku li gor rênimayiyan biryar hatiye dayîn, piştî derçûna xwendekaran li qonaxa diwanavendî û wergirtina wan li peymangeh û zanîngehan hemû pêdiviyên wan bêne dabîn kirin, bo ku malbatên wan neçar nebin ji ber wan koçberî bajaran bibin.
Li beşeke dinê wê rêwresmê da birêz Mamosta Ehmed Birêveberê Perwerdeya Qeza Mêrgesorê tabloyekî spasnameya perwerdeya Mêrgesorê bi birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêşkêş kir.
Paşê birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî gotarek pêşkêş kir û li bixêrhatina amadebûyên birêz da got: “Serbilindîn bi amadebûna cenabê Mela Mistefa Barzanî û xemxuriya wan ya deverê û bi taybetî ya warê perwerdeyê de”. Her wiha bi germî bixêrhatina amadebuyên birêz kir û tîşk xiste li ser wê yekê ku “Xwendekarên hêja paşeroja Kurdistanê û hêviya rêbaza Barzaniyê Mezinin” û heman demê de got: “Serbilindîn bi fermûdeya Barzaniya Nemir ku şanaziye bo mirov xizmetkarê mîlletê xwe bê û îro jî bi destêke pir, li xizmeta xwendekarên xwe yên azîz dane”. Her wiha got: “Li destpêka îsal da cenabê Serok Barzanî li gotarek da tekez li ser girîngîdana bi perwerdeyê kir, em jî wekî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî herdem xwe bi Pêşmergeyê cenabê Serok dizanîn bi taybetî li warê xizmetkirinê da, ji bo wê yekê me peyva cenabê Serokê xwe kiriye hewêna wê yekê îsal girîngiyeke taybet bi warê perwerdeyê bidîn û her îsal me 182 projeyên perwerdeyê encam dane”.
Birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî eve jî xisterû ku li sala 2012 bi amadebûna rêzdar Mesrur Barzanî Serokê Desteya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî projeya azîzan bi hevbeşî li gel Heyva Sora Îmaratî destpêkiriye û 18000 azîz (zarokên sêwî) heta niha bi awayeke mehane hevkariya maddî werdigrin. Her wiha got: “Îsal me 203 xwendingehan nûjen kiriye bi têçûya 2 milyon û 30 hezar dolaran, dirustkirina van xwendingehan jî (xwendingeha 12 polî li Kewne Gund) zêdetirê li 300 hezar dolar ji bo wê hatiye terxan kirin, ku rêxistina Wen vîjn 100 hezar dolar li stuyê xwe girtiye û li projeya nûjenkirina xwendingehan jî hevkarê me buye”.
Paşê vîdeoyekê de çawayiya dirustkirina xwendingehê hate pîşandan. Paşê birêz Jon Miller Serokê Rêxistina Wen Vîjin gotarek pêşkêş kir û got: “Rêxistina me îro li vire mil bi milê berpirsên herêmê û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî veberhênanê bikîn li jiyana law û gencên Kurdistanê. Me kariye bînayekî nû dabîn bikîn ku têda fêrî perwerdeyek bibin û yarmetiya wan bide bo ku li paşerojê de bibin bi takên berhemhêner li nava civakê de. Eve tenê bînayek nîne ji blok û çîmento, qadên yariyê nîne.. Eve ew cihe ku çendîn law û xort dikarin li vir şeydayê fêrbûnê bin, rêz li wê veberhênanê bigrin ku ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û hevkarên wê ve hatiye encam dan. Ez û hevjîna xwe û rêxistina me spasguzarîn ku beşeke biçuk bûyîn ji vê projeyê.”
Li dawiyê de spasî rêzdaran Mela Mistefa Barzanî û Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir ji bo pêşwaziya germ û hêviyê xwest ku li paşerojê de karên zêdetirê hevbeş pêkve encam bidin.
Paşê birêz Xefûr Ehmed Mela Siwar Qaymeqamê Qeza Mêrgesorê li gotara xwe de piştî bixêrhatina amadebuyan balkişand li ser wê yekê ku 265 xwendekar li xwendingeha 12 polî ya li Kewne Gund sûdmend dibin û got: “Spasî bê payan ji bo birêz Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê li sala derbasbûyî ji bilî habûna qeyrana darayî û pejika Koronayê ku hemû cîhan bi destê wê ve dinaliya, nehişt proseya perwerde û fêrkirinê rawestê”. Her wiha got: “Ji bo me cihê serfirazî û rêz û teqdîre ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li jêr diruşma Barzaniyê Nemir ( Şanaziye bo mirov xizmetkarê mîlletê xwe bê) damezraye, bi kirdarî jî xizmet kiriye. Eve jî dûpat kir ku rêzdar Mela Mistefa Barzanî piştevanêkî herdem pirseya perwerde û fêrkirinê buye û li nûjenkirina 20 xwendingeh li tixûbê qeza Mêrgesor roleke ber bi çavê wan hebuye, sala derbasbûyî jî li dabînkirina otobusê ji bo hatin û çûnê xwendekar û mamostayan hevkar buye. Her wiha eşkere kir Îdareya Serbixweya Soran zêdetir li 140 milyon dînar ji bo nûjenkirina xwendingehan li tixûbê Mêrgesorê terxan kiriye.
Piştî gotara Qaymeqama Qeza Mêrgesor û li dirêjahiya rêwresmê da daxwazê ji rêzdar Mela Mistefa Barzanî kirin kilîla xwendingehê bi birêzan Birêveberê Perwerdeya Qeza Mêrgesor û Birêveberê Xwendingeha Kewne Gund pêşkêş bikin. Paşê çanta û pêdiviyên din bi ser xwendekaran da dabeş kirin.
Hêjayî gotinê ye xwendingeha Kewne Gund taybete bi xwendina qonaxa diwanavendî û li 12 polan pêk hatiye û 265 xwendekar jê sûdmend dibin û 450 hela kar rexsandiye.
Rêwresma vekirina Xwendingeha Kewne Gund ya li tixûbê qeza Mêrgesorê
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest