Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) bi palpiştiya Wezareta Koç û Koçberên Iraqê, roja dûşemê rêkefta 09/01/2023 bi giştî 2.564 karton keresteyên xwaringeha navmalê û cilubergan li ser nîştecihên wargeha Şarya ya li tixûbê parêzgeha Dihokê dabeş kir. Li vê çalakiyê de 2.564 malbat sûdmend bûn.
Ev hevkarî piştî eve tê, ku li dawiya sala derbasbûyî de (2022), Wezîrê Koç û Koçberên Iraqê serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir, paşê şandeke Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo guftûgoyên zêdetir di derbarê jiyan û rewşa koçber û penaberên li wargehên Herêma Kurdistanê da serdana Wezîrê Koç û Koçberên Iraqê kiribûn.
Dabeşkirina ciluberg û keresteyên xwaringeha navmalê ya li wargeha Şarya
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest