Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevbeşî li gel rêxistina Peace Winds roja pênçşemê rêkefta 15/12/2022 li wargeha Basirme ya li tixûbê parêzgeha Hewlêrê Navenda Fêrkarî û Xizmetguzarî û Karên Destî vekirin.
Li rêwresma vekirina wê navendê de her yek ji Sîtav Aso Berpirsa Nivîsîngeha Hewlêrê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Raedî Polîs Îsmaîl Hesen Mihemed Birêveberê Nahiye Basirme bi wekalet, Rêbîn Xidir Birêveberê Wargehê û Bêlma Sîsîk Berpirsê Rêxistina Peace Winds amadebûn.
Ev çalakî li çarçêweya projeyek daye û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevbeşî rêxistina Peace Winds roja dûşemê rêkefta 05/12/2022 li wargeha Gewîlan / tixûbê parêzgeha Dihokê navendeke heman awayî ji bo fêrkarî û xizmetguzarî û karê destî vekirin. Li rêwresma vekirina navendê da jî work shopeke taybet bi karên wê navendê ji bo nîştecihên wargehê pêşkêş kirin.
Vekirina navendeke bi vî awayî ji bo fêrkarî û rexsandina derfet û hela kar ya ji bo nîştecihên wargehan gelek bi sûd dibe.
Vekirina Navenda Fêrkarî û Xizmetguzarî û Karên Destî li wargeha Basirme
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest