Şandeke Hevpeymanan rêkefta 12/12/2022 serdana wargeha Çemşko ya li tixûbê parêzgeha Dihokê kirin û ji aliyê Birêveberê wargehê û nûnerên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve hatin pêşwazî kirin.
Serdana şanda hevpeymanan li wargehên koçber û penaberan berdewame û berê jî rêkefta 12/12/2022 serdana wargeha Hesen Şam U3 li tixûbê parêzgeha Hewlêrê kirin û ji aliyê Sîtav Aso Birêvebera Nivîsîngeha Hewlêrê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve hate pêşwazî kirin.
Heman demê de bi beşdariya her yek ji Sîrwe Resûl Birêvebera Birêveberiya Koç û Koçberan û Bersîvdana Qeyranan li parêzgeha Hewlêrê, Elî Seîd Birêveberê Hûrgilî û Zanyarî ya li JCC ya Wezareta Navxwe û Birêveberiya wargehê li gel şanda mîhvan civîneke têr û tije ya taybet bi rewşa mirovî li parêzgeha Hewlêrê bi giştî û rewşa wargeha bi taybetî encam da.
Şanda mîhvan gelek spas û pesna rola mezina Hikumeta Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin, di derbarê bi wê erka miroviya pîroz encam didin, ewe jî dûpat kirin ku ji bilî nebûna piştîvaniya pêwîst û kêmbûna hevkariya mirovî bi awayeke ber bi çav, xizmetguzariyên Hikumeta Herêmê û tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî berdewamin û spas û pêzanînên xwe di derbarê wan erk û çalakiyan derbirî.
Serdana şandekî Hevpeymanan li wargeha Çemşko
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest