Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) li dirêjahiya çalakiyên xwe da ya ji bo pêşxistina bi şiyana berhemanîn û têkilbûna bêkaran bi bazara kar, bi taybetî li nav wargehên koçber û penaberan da berdewam xulên cûr bi cûr vekiriye.
Her li vê çarçêweyê da roja pênçşem rêkefta 15/12/2022 li wargeha Akrê ya li tixûbê parêzgeha Dihokê, pêşangeha şêwekarî û karê destî ji bo nîştecihên wargehê vekir û li vê çalakiyê de 980 kes sûdmend bûn.











