Heyva Sora Qeterî li jêr navnîşana “Ji Qeterê ji bo hemû dinyayê” bi hevbeşî li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û leqî Hewlêra Heyva Sora Iraqî, rêkefta 01/12/2022 xuleke topapê ya biçûkkirî li hemû wargehên tixûbê parêzgeha Hewlêrê vekir.
Li yariya destpêka xulêda tîpên wargeha Quştepe û wargeha Xazir rûbirûyê hevdû bûn û wargeha Quştepe bi du golan beranberbi golek serkeft.
Yariya dawî ya kêbirkêya palewaniya xula li navbera her du tîpên wargeha Quştepe û wargeha Dareşekran roja şemiyê rêkefta 17/12/2022 li hola girtî ya Kolêja Perwerdeya Werzîşiya Zanîngeha Selahedîn tê encamdan.
Ev yarî ya wargehên Quştepe û Dareşekran di demek daye ku roja din (yekşema rêkefta 18/12/2022) yarî ya dawî ya palewaniya cama cîhanî ya Fîfa ya 2022 ku li welatê Qeter birêvediçê, demjimêr 18:00 her du hilbijardeya Arjentîn û Fransa li kêbirkêyeke dijwar da ji bo bi destanîna nasnavê palewanî ya camê rûbirûyê hevdû dibin.
Yariya dawî roja yekşemê nîne.. Şemiye
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest