Şandeke hevpeymanan roja dûşema rêkefta 12/12/2022, serdana wargeha Hesen Şam U3 li tixûbê parêzgeha Hewlêrê kir û ji aliyê Sîtav Aso Birêveberê Nivîsîngeha Hewlêrê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve hate pêşwazî kirin.
Heman demê de bi beşdariya her yek ji Sîrwe Resûl Birêvebera Birêveberiya Koç û Koçberan û bersîvdana qeyranên parêzgeha Hewlêrê, Elî Seîd Birêveberê Hûrgilî û Zanyarî li JCC ya Wezareta Navxwe û Birêveberê wargehê li gel şanda mîhvan civîneke têr û tijî ya taybet bi rewşa mirovî li parêzgeha Hewlêr bi giştî û rewşa wargehan bi taybetî encam da.
Paşê bersîva pirsyarên şanda mîhvan da, paşê ji nêzîk ve li gel hejmarek li nîştecihên wargehê di derbarê bi rewşa jiyana wan guftûgoyê kirin.
Şanda mîhvan gelek spas û pesnê rola mezina Hikumeta Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin, di derbarê bi wê erka mirovî ya pîroz encam didin, eve jî dûpat kir ku di derbarê nebûna piştevaniya pêwîst û kêmbûna hevkariya mirovî bi awayeke ber bi çav, xizmetguzariyên Hikumeta Herêmê û tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî berdewamin û spas û pêzanînên xwe di derbarê bi wê erk û çalakiyan derbirî.