Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî qerebûya xwendekarên zerermendên li teqîna tanka xaz li beşa navxweyî ya Dihokê dike

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hemahengî li gel Serokayetiya Zanîngeha Dihokê û Birêveberiya Beşên Navxweyiyên Xwendekaran çend cûreyên hevkariyê ji bo wan xwendekaran dabîn kir ku ji ber sedema rûdana teqîna tankê xazê li beşê navxweyiya wan zerermend bûn.
Serokayetiya Zanîngeha Dihokê piştî rûdanê li rêkefta (21/11/2022) xwendekaran veguhest hotelan û her li roja rûdanê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî heta 10 rojan xwarina germ ji bo xwendekaran amade kir. Li vegeranê da jî ciluberg ji bo 50 xwendekaran dabîn kir. Her wiha kereste û pêdiviyên navmalê ji bo cihê nû yê beşê navxweyî ya xwendekaran dabîn kir.
Ji ber teqîna tanka xazê serbana beşê navxweyiyek li Dihokê, 6 kes canê xwe ji dest dan û 33 kesên din jî birîndar bûn. Ji wan kesên canê xwe li wê rûdanê da ji dest da, 3 kes ji wan efser û polîs bûn, ewên din xwendekar bûn.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest