Şandeke rêxistina Caritas Essen, roja yekşem rêkefta 19/03/2023 serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir û birêzan Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Cîgir û endamên desteya kargêrî bi germî pêşwaziya bi birêz Claus Angel Serokê Rêxistina Carîtas û serokê şandê û şanda li gel kir ku ji birêzan Marcos Campling, Şêrzad Tomas û Bîrigît Shitefter pêkhatibûn.
Nûnerên rêkxistina Carîtas Essen ji bilî destxweşiyê dûbareya wan ya li karên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li hevkarîkirina lêqewimiyên erdheja li Tirkiye û Sûriye û hevkariya penaber û koçberan, xweşhalî û spasiya xwe jî ji bo karkirina berdewamiya wan li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî derbirî, dûpat jî kir, li paşerojê de jî hewl didîn li encamdana projeyên hevbeş de berdewam bibin û hewla berfirehkirina karên wan bidin.
Şanda mîhvan ji bilî gihandina spas û pêzanînên xwendekarên xwendingeha Albert Einstein li bajarê Essenê Almanya bi Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, bexşîna xwendekarên xwendingehê jî pêşkêşî dezgehê kir ji bo gihandina hevkariyan bi qurbaniyên erdheja li Efrînê.
Birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bilî spasiya hevkarî û piştevaniya berdewamiyên rêxistina Carîtas ya ji bo proje û helmetên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, xweşhaliya xwe jî bi peyama xwendekarên xwendingeha Albert Einstein û dûpat kir ku dezgeh her çi li şiyana wan de bê, ji bo gihandina zêdetirê hevkariyan û berfirehkirina tixûbên karên wan de kêmasî nake, tu demekê jî destberdarê bingehên miroviyên bihanaveçûn û peyamên wê yên mirovî nabê.