Beşdariya wargehên Behirke, Quştepe û Dareşekran li maratona Azadî û Newrozê

Di dema kar û çalakiyên 13. Festîvala Azadî û Newroz, berî nîvroya roja înê rêkefta 17/03/2023 li Hewlêra paytext,maratona Azadî û Newroz birêveçû.
Rêxistina Erbîl Maraton ya ji bo werzîş û aştiyê, bi hemahengî li gel parêzgeha Hewlêrê maratonek rêkxist. Dirêjiya Maratonê sê kîlometir bû, ku bi beşdariya zêdetirê 1000 werzîşkerên li ber parka Şaneder destpêkir. Li dawiyê da Fetah Teymûr û Binar Mihemed, pileyên yekem û duyem li ser asta zilaman bi dest ve anî. Li ser asta xaniman jî her yek ji Emel Xizir û Rênas Sîrwan pileyên yekem û duyem bi dest ve anîn.
Li vê maratonê de 110 kes li nîştecîhbuyên wargeha Behirke, Quştepe û Dareşekran ku ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve hatibû serpereştî kirin û birêvebirin, têda beşdarî kirin, çend kes jî pileyên bilindên maratonê bi dest ve anî, ew jî:
Zeyneb Cemal Husên li wargeha Dareşekran, pileya sêyem.
Malva Xalib Oso li wargeha Quştepe, pileya çarem.
Êvlîn Lorens Yusif li wargeha Quştepe, pileya şeşem.
Dilda Xetlan Fexrî li wargeha Quştepe, pileya heftem.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest