Li ser daxwaziya parêzgerê Zîqar (Nasiriye) ji bo hevkarîkirina xwediyê pêdiviyên taybet yên li parêzgehê, tîmeke Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hevkariyên (BCF) gihande xwediyê pêdiviyên taybet yên li wî bajarî ku pêkhatibûn ji:
65 willcheir(erebane), 113 cût kopal, 5 goçan, 14 çarpêçke، 16 cût şeqle, 5 kursiyên wc û
12 kuşîna jelî.
Ji bilî van jî 200 paketên xoreka hişk û 200 sepetên paqijiyê û her wiha 100 jelî ji bo zarokên li tixûbê parêzgehê hatin dabeş kirin.
Li van çalakiyên tîmên BCF li rojên 1 heta 4ê Nîsana 2023 berdewam bû.










