Nûnerayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li îdareya serbixweya Soran bi hevkariya Hevya Sora Îmaratî, rêkefta 14/04/2023 li havîngeha Şingilbane ya qezaya Rewandizê, xwarina berbangê ji bo 50 zarokên azîz (sêwî) û kesukarên wan vekir. 200 kes ji vê çalakiyê sûdmend bûn, paketa xorek jî li ser wan da hate dabeş kirin.
Li çalakiyeke din da Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), bi hevkariya Heyva Sora Îmaratî rêkefta 16/04/2023 li qezaya Kelar xwarina berbangê ji bo 750 zarokên azîz (sêwî) û kesukarên wan vekir.
Her li heman rojê li nav nivîsîngeha serekiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Hewlêrê, xwarina berbangê ji bo 200 zarokên azîz (sêwî) û kesukarên wan ku dike 800 kes amade kirin. Li dawiyê de jî paketên xoreka hişk li ser wan de hate dabeş kirin.












