Li dirêjahiya helmetên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), ya ji bo dabînkirina xwarina berbangê û paşîvê li meha remezana pîroz, rêkefta 15/04/2023 tîma Hatay (Îskenderûn) xoreka germ ji bo berbangê û paketa paşîvê li sê cihên cûda yên li bajarê Hatayê, li ser zêdetirê 2.000 ziyanberketiyên karesata erdhejê da dabeş kir.
Xwarina berbangê (birinc, fasulye, goşt, şorbe û semûn) bû, paketa paşîvê jî (penîr, hingivîn, temate, helaw, hêk û nivişt) bû.
Heman rojê tîma Gimgimê(Maraşê) xoreka germ ji bo berbangê li ser zêdetirê 1.000 ziyanberketiyên erdhejê de dabeş kir. Li Diyarbekir jî dabeşkirina xoreka germ ji bo berbangê berdewam bû.
Zêdetirê 2.000 ziyanberketiyên erdhejê xwarina germ (birinc, goştê mirîşk, nohk û nan) li ser wan da hate dabeş kirin.
Her wiha tîma Riha ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), rêkefta 15/04/2023 xoreka hişk û ava vexwarinê li ser 200 xwendingehên mizgeftan ya li Rihayê dabeş kir. Xorek ji 20.000 kgr birinc, 1.600 setên avê 5.000 kgr ard pêkhatibûn.
Ji bo her xwendingehek li gor hejmara feqê û xwendekarên olî hevkarî dihate guhertin.
Dabeşkirina xoreka germ û sar li meha remezana pîroz berdewame
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest