Amadekirina xwarina berbangê ji bo azîzan û kesukarên wan li Kerkûk, Zaxo û Amêdî

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) bi hevkariya Heyva Sora Îmaratî, li rêkefta 12-13/04/2023 li Kerkûk, xwarina berbangê ji bo 250 zarokên azîz (sêwî) û kesukarên wan dabîn kir. Ji bo her malbatek jî paketên xoreka hişk hate pêşkêş kirin.
Li tixûbê parêzgeha Dihokê jî Nûnerayetiya Zaxo ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, rêkefta 12/04/2023
bi hevkariya Heyva Sora Îmaratî, xwarina berbangê ji bo zarokên azîz (sêwî) û kesukarên wan dabîn kir. Li vê çalakiyê de 250 kes sûdmend bûn.
Her li heman rojê Nûnerayetiya Amêdî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, xwarina berbangê ji bo zarokên azîz (Sêwî) û kesukarên wan dabîn kir ku 150 kes bûn.
Ew çalakî li dirêjahiya helmetên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li meha remezana pîroz da ye û dabînkirina hevkariyan jî ji bilî li azîzan, xelkê hejar û kêmdahatên li navxweya Kurdistanê û ziyanberketiyên erdheja welatên Tirkiye û Sûriye jî li xwe digre û berdewam dibe.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest