Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) bi hevkariya Wezareta Koç û Koçberên Iraqî, rêkefta 28/03/2023 li wargeha Hesen Şam U2 li tixûbê parêzgeha Hewlêrê, paketên xorekê û kartona tendirustiyê li ser nîştecihên wargehê de dabeş kir. Li vê çalakiyê de 653 malbat ku dike 3.076 kes sûdmend bûn.
Roja din (29/03/2023) li heman wargehê, bi hevkariya Grûpa Xêrxwaziya Beranetî, paketên xorekê û ard hate dabeş kirin û 3.076 kes sûdmend bûn.
Her li rêkefta 29/03/2023 Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya xêrxwaz (Alamîn Alxeyrî), li wargeha Hesen Şam U3 paketên xorekê li ser 53 malbatên wargehê da dabeş kir, 233 kes li wê çalakiyê de sûdmend bûn.
Heman roj li wargeha Xazir, bi hevkariya rêxistina Bidar, paketên xorekê û goştê mirîşk li ser nîştecihên wargehê de dabeş kir. Li vê çalakiyê de 190 malbat ku dike 962 kes sûdmend bûn.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya (Şa’ Alamil), rêkefta 29/03/2023 li wargeha Hesen Şam U2 goştê mirîşkê û hêk li ser 563 malbatan da dabeş kir, li vê çalakiyê da jî 2.678 kes sûdmend bûn.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya Wezareta Koç û Koçberên Iraqî, rêkefta 30/03/2023 li wargeha Xazir, paketên xorek û kartonên tendirustiyê li ser nîştecihên wargehê de dabeş kir. Li vê çalakiyê de 923 malbat ku dike 4.077 kes sûdmend bûn.













